Şêniyên Tebqayê cenazeyê  şehîd Mihemed oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Tebqa, Cerniyê û Mensûra cenazeyê şervanê QSD`ê  Mihemed Tiwêrîş (Hemkê) ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûye, oxir kirin.

Şêniyên Tebqayê cenazeyê  şehîd Mihemed oxir kirin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê  şehîd Mihemed oxir kirin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê  şehîd Mihemed oxir kirin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê  şehîd Mihemed oxir kirin
9 sibat, 2019   14:00

TEBQA

Şêniyên cenazeyê şehîd Mihemed Tiwêriş (Hemkê) ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karawanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Bi sedan şêniyên herêma Tebqa û şervanên QSD`ê tev li merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir her wiha şervanên YPJ û QSD`ê toreneke leşkerî lidar xistin.

Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Abdullrezaq axivî û îşaret bi têkoşîn û berxwedana şervanên QSD`ê ji bo rizgarkirina gelê herêmê kir û diyar kir ku bi saya têkoşîna şehîdan civakeke exlaqî hatiye avakirin û her kes têde dijî.

Her wiha ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar diyar kir ku şehîd Mihemed ne ji gelê herêmê ye, lê ji bo dozekê berê xwe da herêmê û asta şehadetê bidest xist û bû şopdarên rêya rêhevalên xwe. 

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Reşa Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşemeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirin.

(bx)

ANHA