Ji ber topbarana li ser gundê Birc Qas ziyan gihîştin malên şêniyan

Di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de zerarên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.

Ji ber topbarana li ser gundê Birc Qas ziyan gihîştin malên şêniyan
9 sibat, 2019   13:01

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din saet 19:00`an gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Topbaran ji gundên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên hatine dagirkirn li ser gundê Birc Qas pêk hat. Di encama topbaranê de zerarên madî di malên şêniyan de çêbûn.

Di dîmen û wêneyên ku li gundê Birc Qas de hatin girtin, asta zerara topbaranê diyar dike.

Gundên kantona Efrînê û kantona Şehbayê dem dem ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve têne topbarankirin.

(bx)

ANHA