Damezrandina hikumeta Filistînê ya nû hat taloqkirin

Çavkaniyên Filistînê ji rojnameya El-Heyat a Londonê re ragihandin ku serokê hikumeta Filistînê Mehmûd Ebas biryara damezrandina hikumeta nû bi sedema redkirina piranî komên “Rizgariyê” yên beşdarî hikumetê bûne, taloq kir.

Damezrandina hikumeta Filistînê ya nû hat taloqkirin
9 sibat, 2019   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku rojnameya El-Heyat a Londonê ji çavkaniyan girtiye ku hikumeta niha ya bi serokatiya Ramî Elhemdllah heta avakirina hikumeta nû, bi erka xwe rabe.

Hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Ramî Elhemdllah îstîfaya xwe dabû û hatibû pejirandin, lê dê hikumeta El-Wîfaq kar bimeşîne heta hikumeta nû bê avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hikumeta El-Wîfaq ji ber bertekênTevgera Hemas, El-Cîhad El-Îslamî, El-Cebhe El-Şeibiyê, El-Cebhe El-Dîmokratiyê û Partiya Fîda, biryara istîfabûnê da.

Tevgera Hemas û El-Cîhad El-Îslamî giraniyek wan a gelêrî û siyasî mezin heye û tevlî “Rêxistina Rizgariya Filistînê” nebûne. Serok Mehmûd Ebas jî dixwaze hikumeta nû ji wan koman bê damezrandin, ev yek jî dihêle piraniya komên Filistînî li dijî vê hikumetê derkevin.

Hikumeta"El-Tewafiq" di sala 2014’an de piştî lihevkirina hundirîn a Filistînê ya di navbera Tevgera Hemas û Fetih de pêk hatiye, çêbû û sala 2014`an li ser hate îmzekirin.

(fr)