Rojeva rojnameyên Erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yên îro behsa mijarên şerê li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê, amadekariyên Rûsya ji bo şerê Idlibê, hebûna hêzên Îranê li Sûriyê, çalakiya Sûdanê û hin mijarên din kirin.

Rojeva rojnameyên Erebî yên îro
9 sibat, 2019   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Hêzên Sûriyê Demokratîk wê di çend rojan de dawîbûna DAIŞ`ê ragihîne

Rojnameya Şeriq El-Ewset îro behsa pêngava Hêzên Sûriyê Demokratîk a li dijî bargeha dawî ya DAIŞ`ê kir û got:”Hêzên Sûriyê Demokratîk ku ji Kurdan û Ereban pêk tê, amadekarî dikin ku êrîşekê bibin ser bargeha dawî ya DAIŞ`ê ya li rojhilatê Firatê û di nav sê yan jî çar rojan de hebûna DAIŞ`êbidawî bikin.

Berdevkê wê yê bejahiya rojhilat a Dêrazorê, roja înê ragihand ku li eniyê tu pêşketin çênebûye û di van 5 rojên dawî de tu guhartin çênebûye, ji ber ew amadekariyên êrîşa dawî dikine.

Berdevk anî ziman ku dibe di van sê yan jî çar rojan de hebûna DAIŞ`ê li vê erdîngariya herêmê nemîne.

El-Heyat: Rapor teqez dikin ku wê Washington  vekişandina hêza xwe ji Sûriyê heta dawiya Nîsanê temam bike

Ji aliyê xwe ve, rojnameya El-Heyat behsa mijara Sûriyê kir û got:”Li gorî raporên çapemeniyê, wê Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê di nav de hêzên xwe ji bargeha El-Tenif a rojhilatê welat vekişîne.”

Rojnameya Wall Street Journal li ser zimanê rayedarên Amerîkî yên niha û berê, ragihand ku artêşa Amerîka amadekarî dike ku hêzên xwe ji Sûriyê di meha Nîsanê de vekişîne û bi vê yekê jî wê beşek mezin di meha pêş de were vekişandin. Ji aliyekî din ve jî, rayedarekî Amerîkî ji Reuters re teqez kir ku wê Amerîka hêza xwe di Nîsanê de vekişîne, her wiha wê hêza xwe ji bargeha El-Tenef a sêgoşeya Sûriyê-Iraq-Urdun jî vekişîne.

Şeriq El-Ewset: Mosko beriya Lûtkeya Sochi ji bo şerê Idlibê amadekariyan dike

Derbarê rewşa Idlibê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Beriya lûtkeya Rûsya-Tirkiyê-Îranê ku tê payîn wê roja Pênşemê li Sochi were lidarxistin, duh Mosko dest  amadekariyên di aliyê  ragihandin û diplomasî kir ji bo şerekî”Rêxistinkirî û çalak” li Idlibê.”

Berdvekê Fermî yê Kremlin Dmitry Peskov, Vladimir Putin bi endamên Meclisa Ewlehiyê ya Rûsya re rewşa li Sûriyê nîqaş kir. Di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Karê Derve Sergei Verchinin ku ji gera Sûriyê, îran, Tirkiyê û Îsraîl vegeriya,  anî ziman ku vekişandina Amerîka ji Sûriyê û rewşa Idlibê wê mijarên sereke yên lûtkeyê bin û wiha dewam kir:"Tevgereke leşkerî ya tê payînkirin li Idlibê wê bi rengekî rêxistinkirî be ger pêk hat.” Lê Enqera operasyona hevbeş a bi Rûsya re li Idlibê red kir.

El-Ereb: Bicihbûn  Îraniyan li”T4” dilê Îsraîl rihet kir

Derbarê hebûna Îranê li Sûriyê jî, rojnameya El-Ereb got:”Gava Îranê ya veguhistina navenda dayîna çekan ji bo Sûriyê, ji balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ber bi bargeha”T4” a leşkerî ku bi navê bargeha”El-Tiyas” jî tê naskirin a nêzî sînorê Iraqê, hewldaneke ji bo rihetkirina dil Îsraîlê ye.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya El-Heyat got:"Duh piştî nimêja Înê, gelê Sûdanê li bajaroka rojhilatê welat, ji bo qetilkirina Muleim ku bi tawanca beşdarî çalakiyên li dijî hikumetê bûye hatibû girtin û piştre hate kuştin, daketin qadan.”

Iraq

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa mijara Iraqê kir û got:"Hêzên ji mûdiriyeta ewlehiyê ya Heşd El-Şebî, fermandarê hêzên”Ebû Fedil El-Ebasî” Us El-Xefacî” girtin. El-Xefacî yek ji fermandarên navdar ên El-Heşd ye û serdana Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo Iraqê rexne kiribû.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî, rojnameya El-Şeriq El-Ewset got:”Şandeya hikumeta Yemenê û komên Hûsî ku li paytexta Urdunê Emanê bi sponseriya NY hatine gel hev, duh li ser guhartina cenazeyên her du aliyan li hev kirin.

Doza Xaşiqçî

Têkildarî doza Xaşiqcî de, rojnameya El-Ereb got:"Saziyên Amerîka, Tirkiyê û Qeterê hewl didin doza Xaşiqcî ji gelek aliyan ve jinûve zindî bikin. Li gorî çavdêr dibînin ku, armanc ji vê yekê ew e ku Siudî şantaj bikin.

 (kc)