Efrîniyên ku nabin hevkarên çeteyan, êşkence dikin û direvînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Efrînê bi darê zorê dikin hevkarên xwe. Her wiha revandin, kuştina ciwanan û binpêkirin dijmirovahî li dijî şêniyên Efrînê didomin.

Efrîniyên ku nabin hevkarên çeteyan, êşkence dikin û direvînin
9 sibat, 2019   08:45

EFRÎN

Çavkaniyek ji kantona Efrînê teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê şêniyên Efrînê dikin hevkarên xwe û kesên ku vê yekê red dikin direvînin û çarenûsa wan ne diyar e.

Her wiha çavkanî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk weltiyê bi navê Isamîl Çawîş ê ji gundê Qeregulê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya herêmê Efrînê ye beriya heftiyekê piştî ku wî xwestekên çeteyan red kir, çeteyan li wî xistin û linê wî şikenandin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek ciwan ji gundê Kutana, Xilîlaka û Şêxurzê yên girêdayî navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(bx/bm)

ANHA