ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2019
9 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ‘ê Hêvîdar Azadî ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Helebê ji bo komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê, bi mezin û biçûkên xwe, jin û mêr li kêleka şervanên YPG û YPJ‘ê berxwedaneke bi hempa li dijî dagirkeran rave kirin. Şêniyan xwe bi rêxistinkirin û bi giyanê berpirsyartiyê li hemberî hêzên dagirker sekinîn û diyar kirin ku îradeya wan ti carî neşkê û ji mezintirîn artêşên cîhanê bi hêztire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Salek beriya niha wekî îro, 9‘ê Sibata 2018‘an dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê komkujiyek li gundê Şekatko yê navçeya Şiyê pêk anîn. Gelo ev komkujî çawa pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên Ereb ên herêma Cizîrê gotin: "Ne mumkin e ku em destê xwe bixin destê ku bûne sedema rêjandina xwîna gelê Sûriyê." Rûspiyan teqez kirin ku ew dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êrîşên kuştinê yên li dijî kesayetên welatparêz li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêweyeke nû ya planên dijminane yên Tirkiyê ne ku di civîna 13`ê Adara sala 2013`an de hatibûn destnîşankirin. Êrîşên kuştinê yên ku tevgera Qiyam (Çukur) dike, mînaka vê yekê ne. (BI WÊNE).

ÎNFOGRAFÎK

-Di vê hefteyê de bûyerên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dan, Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Tetorê di rojên dawî de bi pêşketina şervanên QSD‘ê û rizgarkirina sivîlan didome, qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, însyatîfa KNK- Rojava ya bi armanca yekîtiya Kurd bi serdana partiyên Kurdî dewam dike, her wiha çalakiyên gel li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyal Guven. (BI WÊNE).

JIN

- Kelsûm Elî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê yên  gelê Kurd li tevahî cîhanê dê gel bighîne azadiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘Min êşkencekirim, heqaret li min kir û min neçar kirin ku bibim musilman‘. Bi van gotinan zaroka Êzidî Nadiya Salih ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû revandin serpêhatiya xwe parve dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Berpirsê Komîteya Xizmetguzarî ya Hemrat diyar kir, piştî peydakirina alavên pêwîst ew ê yekser dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyonê li bajarokên Tawî Riman û Reqa Semra bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Tenduristiyê ya Ekîrîşê ya gundewarên başûrê Reqayê rojane 200 nexweşand pêşwazî dike û bi derfetên kêm hewl dide xizmeteke pêşkêşî şêniyên gundewarên başûrê Reqayê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA