Erebistana Siûdî: Em ê şerê li dijî terorê û alîgirên wê bidomînin

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adel El-Ciber got dê welatê wan şerê li dijî terorîstan û alîgirên wan bidomîne.

Erebistana Siûdî: Em ê şerê li dijî terorê û alîgirên wê bidomînin
8 sibat, 2019   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adel El-Ciber di civîna dewletên endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de ku li Washingtonê pêk hat, wiha got: “Welatê me dê di şerê li dijî terorê û dewletên ku alîgiriyê dikin de, berdewam bike.” El-Ciber soz da ku dê ji bo tunekirina rêxistinên terorê di hemû aliyan de piştgiriyê bikin û dawiyê li çalakiyên dewletên ku bêaramî û tevliheviyê li herêmê çêdikin, bînin.

Li gorî kanala Rûsya El-Yewmê ragihand, El-Ciber teqez kir ku girîng e koalîsyon bê domandin û wiha axivî: “Da ku têkçûna DAIŞ’ê û hemû rêxistinên terorê bê garantîkirin û careke din dernekeve."

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê civînek di 6’ê Sibatê de bi beşdariyeke berfireh ji bo dewlet û rêxistinên ku alîgiriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dikin, organîz kir. Civîn li ser stratejiya tunekirina DAIŞ’ê ya Koalîsyona Navdewletî û dewletên din bû.

(fr/bm)