Meclisa Retlayê, xebat û projeyên pêşerojê

Meclisa herêma Retla ya başûrê gundewarên bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê gelek projeyên xizmetguzariyê bi pêş xistin û projeyên nû pêk tîne.

Meclisa Retlayê, xebat û projeyên pêşerojê
Meclisa Retlayê, xebat û projeyên pêşerojê
8 sibat, 2019   10:01

EMAR EL-XELEF – HEMED EL-MUSTEFA / REQA

Retla gundek e ku dikeve başûrê bajarê Reqayê. Meclisa herêma Retla ya başûrê gundewarên bajarê Reqayê di 2017‘an de hate damezirandin. Meclis bi hevkariya şêniyan gavên girîng di warê pêşxistina rewşa xizmetguzarî, tenduristî û çandiniyê de avêtin.

Meclisê, di çarçoveya pêşxistina warê çandiniyê de, ku jêdera sereke ya debara şêniyên gundewarên başûrê Reqayê ye, kedeke berbiçav da. Di serî de xet û kanalên avdanê bi dirêjahiya 7 km sererast kirin, bi vê yekê av da 8 hezar donim zeviyan. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran ên girêdayî çandiniyê, Saziya Çandiniyê ava kir.

Li aliyekî din jî werşeyên sererastkirina toreyên kehrebeyê, xetên kehrebeyê yên zirar dîtine, sererast kirin û kehrebe da tevahî herêmê.

Ji bilî vê yekê, rojane xebatên paqijkirina kolanên gund têne kirin. Xebatkarên paqijiyê rojane sergo ji gund kom dikin û diavêjin cihên taybet.

Hevserokê Meclisa Gel a Gundê Retla Mihemed El-Ebd li ser xebatên ku hatine meşandin wiha got: "Piştî rizgarkirina herêmê di 3‘yê Tîrmeha 2017‘an de yekser komîn hatin avakirin da ku xizmeta şêniyan bikin û li ser pirsgirêkan bisekinin. Dûre meclis hate avakirin, û 11 komîn girêdayî meclisê ne."

Mihemed El-Ebd li ser plansaziya demên pêş wiha got: "Dê hemû rêyên sereke û yên şaxî werin qîrkirin, her wiha bi hevkariya şaredariyê toreyên kanalîzasyonê dê werin sererastkirin û rewşa çandiniyê were bipêşxistin, ji ber ku jêdera rizqê şêniyên herêmê ye."

(bm)

ANHA