Çeteyan li Efrînê şêniyekî din kuşt

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyê bi navê Xoşnav Fayîq Henan ku beriya demekê revandibû, kuşt.

Çeteyan li Efrînê şêniyekî din kuşt
Çeteyan li Efrînê şêniyekî din kuşt
8 sibat, 2019   10:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên dewleta dagirker ên li ser gelê Efrînê berdewam in. Li gorî Toreya Çalakvanên Efrînê, duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Xoşnav Fayîq Henan (34) ê ji gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê kuşt.

Toreyê diyar kir ku Henan karê berberiyê dikir, komeke çeteyan beriya du rojan ew revand û paşê şêniyan cenazeyê wî di mala wî de dît. Her wiha diyar kirin ku şûna îşkenceyê li ser laşê wî diyar bû, diyar e ku ew hatiye darvekirin û beriya ku were darvekirin bi awayekî hovane îşkence lê hatiye kirin.

(bx/bm)

ANHA