Kurdên li derveyî welat: Em ê lîstikên Tirkiyê teşhîr bikin

Kurdên li derveyî welat, diyar kir ku ew ji bo piştgiriya doza kurdî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê tev digerin û wiha got: “Em ê ji raya giştî ya derve re lîstikên dewleta Tirk teşhîr bikin.”

Kurdên li derveyî welat: Em ê lîstikên Tirkiyê teşhîr bikin
Kurdên li derveyî welat: Em ê lîstikên Tirkiyê teşhîr bikin
8 sibat, 2019   09:52

KOBANÊ

Hejmarek Kurdên ku li welatên Rojava dijîn, li ser şopandina xwe ji rewşa li herêmê ji ajansa me re axivîn.

Daran Îsmet ku li Hollandayê dijî wiha axivî: “Em wek palpişta berxwedana hundirîn in, ji bo rûmeta gelê xwe em ji fedakariyê re amade ne, rast e em neçarî penaberiyê hatin kirin, lê her kêliyekî em bi welatê xwe re dijîn."

Daran her wiha anî ziman ku ew têkiliyan bi rojavayiyan re çêdikin da ku doza kurdî ya rewa bi wan bidin naskirin û ev tişt got: "Em têkiliyan bi rojavayiyan re çêdikin da ku doza xwe ya rewa bi wan re bidin xuyakirin, em beşek ji gelê xwe yê li welat in.”

Daran, di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku ew li derveyî welat li dijî dijmin, bi taybet gefên domdar ên Tirkiyê tê dikoşin û wiha axivî: "Zû yan dereng em ê vegerin welatê xwe, tiştek ji xaka welat buhatir tune ye."

Umer Bozan ku li Brîtanyayê dijî, li ser mijara “herêma ewle” ku Tirkiye dixwaze li Bakurê Sûriyê ava bike, ev tişt got: "Herêmên me ji zû de ewle ne, lîstikên Tirkiyê ji rojavayiyan re eşkere ne."

Umer Bozan destnîşan kir ku ew li ser zêdevagiyên Tirkiyê bi endamên parlamantoya Brîtanyayê re axivîne û wiha pê de çû: "Em bi endamên parlamantoya Brîtanyayê re li ser mijara berovajîkirina rastiyên li ser erdê ji aliyê Tirkiyê ve axivîn, wan jî ji aliyê xwe ve helwesteke erênî der barê doza me û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan da."

Umer Bozan li ser mijara Hevpeymana Edeneyê jî wiha got: “Zindîkirina Hevpeymana Edeneyê tê wateya dagirkirinê.”

Xişman Walî yê li Norwecê dijî jî ev tişt anîn ziman: "Em hewl didin doza xwe bi kesên rojavayî bidin naskirin, ruxmî ku hin astengî di warê ziman derdikevin jî lê em bi sponseriya Xaça Sor semîneran li dar dixin û helwestên xwe şîrove dikin û rastiyan parve dikin. Herêmên me bi hemû pêkhateyên xwe herêmên şaristanî ne, divê destdirêjî li dijî pêkhateyan neyê kirin, ev stratejiyeke diyar a Rêveberiya Xweser e."

Xişman Walî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hemû li vir xizmetkarê welatê xwe ne, ji bo parastina rûmeta xwe em amade ne, li hemberî dagirkirinê heger ji aliyê Tirkan ve yan jî komên terorîst an jî DAIŞ‘ê be, teqez wê serkeftin para me be."

(bm)

ANHA