Gulistan Çiya Îke: Kevneşopiya berxwedana zindana Amedê xwe nûjen dike

Çalakgera greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger rojnamevan Gulistan Çiya Îke da zanîn ku qonaxa berxwedanê bi pêşengiya jinan dest pê kir û wiha got: “Kevneşopiya berxwedanê ku me ji berxwedana zindana Amedê wergirtiye, xwe nûjen dike.”

Gulistan Çiya Îke: Kevneşopiya berxwedana zindana Amedê xwe nûjen dike
8 sibat, 2019   06:08

MÛRADA KENDA /  NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi tevlêbûna kurdistaniyan hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 54’yan de dewam dike.

Yek ji çalakgerên grevê rojnemavan Gulistan Çiya Îke ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di salvegera komployê de em ê bi berxwedanê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Gulistan diyar kir ku pergala ku li Îmraliyê ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê, ev pergaleke navneteweyî ye û wiha got: “Hêzên navneteweyî yên endamên NATO‘yê, destê wan di pergalê de heye. Bendewarî ne tenê guhartina helwesta Tirkiyê ye, di heman deme de hêzên ku di komployê de cih girtine, hêzên navneteweyî, helwesta wan jî divê biguhere. Dewlet neçar in ku helwestên xwe biguherin. Kevneşopiya berxwedanê ku me ji berxwedana zindana Amedê wergirtiye, xwe nûjen dike. Wê berxwedana me bibe sedem ku hemû dewlet neçar bimînin, gav paşde biavêjin û deriyek li ber azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bê vekirin.”

‘Jin xetereyên li ser rêber Ocalan li ser xwe dibînin’

Gulistan da zanîn ku qonaxa berxwedanê bi pêşengiya jinan dest pê kir û wiha dewam kir: “Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di 8‘ê Mijdarê de di dadgeha dewleta Tirk de ragihand. Ev pêşengiya Leyla Guven di demeke kurt de veguharî hemleyeke pengava berxwedanê.  Hemû gelê Kurd li benda tevgereke ji bo şikandina tecrîdê bûn. Dibe ku berê hatiba kirin û bi derengî dest pê kir, lê bendewariyeke civakî, dîrokî wekî encameke daxwazên civaka Kurdistanê, xwe bi rê xist û di şexsê Leyla Guven de derket holê. Ev çalakî bû bersiva demê. Êdî kêr gihaştiye hestî. Êdî em bê rêber Abdullah Ocalan rêveçûnê qebûl nakin. Jinên Kurd bi hebûna paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan li ser azadiya jinan dibin pêşeng, nasname, hebûn û bi pergal dibin. Ji koletiya kûr ber bi azadiyê ve jinan bi paradîgmaya Ocalan re dest bi meşê kir. Niha jî ev meş gelekî mezin bûye. Meşa azadiyê ya jinan di sînorên Kurdistanê de nema û di asta cîhanê de wekî tevgera azadiya jinan tê pênasekirin.  Jin, xetereyên li ser rêber Abdullah Ocalan, li ser xwe wek xetere û gefeke mezin dibînin.”

‘Ev demeke girîng û fînal e’

Gulistan bi bîr xist ku salvegera Komloya Navneteweyî nêz dibe û wiha got: “Ev 20 sal e pergal bi awayekî tund li ser Rêbertiya me pêk tê. Li dijî tecîdê bi pêşengiya jinan, têkoşîneke fireh hat meşandin. Lê têra hilweşandina pergalê nekir. Di dema dawî de bi teybet 2015‘an de em dibînin ku hewldanek xwe nûkirina Komploya Navneteweyî kete rojevê. Her wiha li ser esasê konsepta şer û qirkirinê, ev konsept hat destpêkirin. Lingekî wê konseptê li Bakurê Kurdistanê hate sazkirin.  Aliyekî din ji konseptê li dijî hebûna şoreşa Rojava bû. Piştî ku hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re qut bû, êdî dewleta Tirk gef û êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de zêde kirin. Ev êrîş û gef wekî encama tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e. Bi tecrîdê re şer, qirkirin, êrîşên li ser deskeftiyên gelê Kurd û tevgera azadiyê berfireh bûn. Statuya azad, deskeftiyên gelê Kurdistanê û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi hevve girêdayî ne. Lewma ev demeke girîng e û wek dema fînalê mirov dikarê pênasê bike. Lewma em dikarin bibêjin ev berxwedana serkeftinê ye.”

 ‘Ji bo mîsogeriya serkeftinê, divê berxwedan mezintir bibe’

Di dawiya axaftina xwe de Gulistan bang kir û wiha got: “Hemleya berxwedana şikandina tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, têkbirina faşîzm û azadkirina Kurdistanê hemleyeke dîrokî ye. Ev hemle wê bandorê li ser statuya Kurdistanê bike. Ji bo serkeftin mîsoger bibe, banga me ev e ku pêwîst e berxwedan were mezinkirin, têkoşîn bê xurtkirin, li derdora berxwedana rêber Abdullah Ocalan bibin xelek. Di salvegera komploye de em ê bi berxwedanê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

ANHA