ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2019
8 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bûne li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Bi vîna azad û rêxistinbûyînê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin" Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Şerqî (Rojhilat) ya bajarê Qamişlo kongreya xwe ya yekemîn li Hola Seyran a bajêr li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bawer dikir ku kesên bêwar, bê hebûn in. Ev bawerî ji xwe re kir çek û li hember xetereyan li ser erdê xwe sekinî, li ber xwe da, tê koşiya heya ku gihaşt asta şehadetê û li asîmanê welatê xwe bû stêrk. (BI WÊNE).

- Abdulrehman Seydo beriya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê mamostetî dikir. Piştî êrîşan û bi ragihandina seferberiya parastinê re, berê xwe dide eniyên şer û destekê didin şervanan. Abdulrehman şahidê komkujiyên dagirkeran li ser sivîlan e û hin ji wan komkujiyan ji me re parve dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurdên li derveyî welat, diyar kir ku ew ji bo piştgirdayîna doza Kurdî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê tevdigerin. Di heman demê de ji bo teşhîrkirina lîstokên dewleta Tirk li raya giştî ya derve re dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Cîgirê fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî diyar kir ku Tirkiyê lihevhatina Încîrlîkê ya di bin çavdêriya hêzên hevpeymanê de binpê kir. El-Benawî got meclisa wan li gorî xalên lihevhatinê tev digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka MSD‘ê ya Buroya Helebê diyar kir ku armanca komxebata danûstandinan mekanîzmeya siyasî ya yekîtiya gelê Sûriyeyê nîqaş bikin. Beşdarên komxebatê jî teqez kirin ku pêwîste gelê Sûriyê li hemberî destwerdanên Tirkiyê bibin yek û xwe bispêrin mîraseya şarestanî. Beşdaran her wiha destnîşan kirin ku kengî dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe aloziya Sûriyê jî bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakgera greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger rojnamevan Gulistan Çiya Îke da zanîn ku qonaxa berxwedanê bi pêşengiya jinan dest pê kir û wiha got: “Kevneşopiya berxwedanê ku me ji berxwedana zindana Amedê wergirtiye, xwe nûjen dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Cemîle Ebdo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Hevdîtina wê bi Ocalan re xeta jiyan wê guherand. Dayikê bi gotinên Ocalan xwe perwerde kir û tevahiya endamên malbatê tev li Şoreşa Rojava û tevgera rizgariyê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ahengek stranan ji bo zarokan li dar dixe, saet 13:00.

-10 zarokên Efrînî ku li Şehbayê dimînîn komek mûzîkê ava kirin û li ser sûcên dagirkeriya Tirkiyê, Berxwedana Serdemê û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan distirên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Tenduristiyê ya li gundê Sawa ya gundewarên rojavayê Dêrazorê tevî derfetên kêm xizmetê pêşkêşî 47 hezar welatiyan. Xebatkdarên navendê bang li rêxistinên mirovî dike ku bi wan re bibin alîkar da ku xizmeteke hîn baştir pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi hêza xwe bawer bû ku dikarî rewşa teknelojiyayê li bajêr pêş bixîne, dema xwe hemû di vê warî de berbas kir û bi derfetên kêm dikarî vê armancê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Gel a herêma Retla ya gundewarên başûrê Reqayê gelek proje derbarê xizmetguzarî, tenduristî û çandinî pêş dike û ji bo demên pêş plansazî daniye ber xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA