Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e

Yekemîn komxebata danûstandinê li bajarê Helebê ku ji aliyê buroya Meclisa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê ve hatibû organîzekirin bi dawî bû. Beşdarên komxebatê teqezî li ser girîngiya avakirina yekîtiya Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê û rola jin di civakê de bi dawî bû.

Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
Komxebata Helebê: Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtî pêwîst e
7 sibat, 2019   17:20

HELEB

Bi dirûşma “Ber bi Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ve” yekemîn komxebata danûstandinê li bajarê Helebê ku ji aliyê buroya Meclisa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê ve hatibû organîzekirin,  bi beşdarbûna 67 kesayetên ji partiyan, ên serbixwe, rewşenbîr, kesayetên olî (xiristiyan, êzidî, misilman) û nûnerên êlan vê sibehê dest pê kir.

Piştî axaftina hevseroka MSD`ê yê buroya Heleb ê Mîrî El-Şiblî, belgefîlmê bi navê "Qîrîna Efrînê" ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatibû amadekirin hate pêşandan. Fîlm balê dikşîne ser sûcên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên ku dagirkerine.

Piştre, endamê MSD‘ê yê Buroya Helebê Jozef Qebelan bendê duyemîn ê komxebatê vekirin.

Qebelan bal kişand ser nêrîna siyasî ya meclisê û ev tişt anî ziman: "Hevgirtin û tevna civaka Sûriyê hişt ku dewletên çavbirçî berê xwe bibin vê civakê û vê hevgirtinê ji hev bixin û hilweşînin, di encama van hewldanan alozî li Sûriyê xuliqandin. Siyasetên Tirkiyê pêvajoya destekdayîna bi terorê re derbas bike û bi artêşa xwe û alîkariya komên terorîst mudaxeleyê bikin da ku xeyalên osmaniya nû bi hemû alavên mêtîngerî lê bi rengekî nûjen pêk bîne. Kiryarên wan ku pîvanên mafê mirovan binpê dike  êdî ji kesî re veşartî nine. Rastiyê vê yekê li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin diyar dibe."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Di nîqaşan de bal hat kişandin ku zindîkirina peymana Endneyê ne ji bo ewlehiyê ye, lê belê ji bo jihevxistina tevna exlaqî ya pêkhateyên gelê Sûriyê, Tirkiyê dixwaze Efrînê bike bingeha pêkanîna polîtîkeyên xwe yên asîmîlekirin û guhertina demografîk li herêmê.

Her wiha hate gotin: "Dagirkeriya Tirkiyê projeya demokratîk  dike armanc û hewl dide Sûriyeya navendî pêş bixe, li ser vê yekê pêwîste gel li hemberî van planan bibin yek."

Rola jin

Beşdarên komxebatê her wiha bal kişandin ser rola jin, Hate diyarkirin: "Em behsa azadiya jin û wekheviya wê ya bi zilam re û avakirina kokên wê di parstin û qanûnê de, her wiha behsa têkoşîna li hemberî şideta li ser jinan. Jin tê wateya îrade, aştî û ewlehî. Lê mixabin jin ji ber zihniyeta baviksalarî bû meta û di şoreşa Sûriyê de bû qurbanî.

Beşdaran her bal kişandin ser berxwedan jin li Bakurê Sûriyê, "Rêxistina Kongreya Star roleke mezin di rêxistinkirin û perwerdekirina jinan ji hemû pêkhateyan list. Jinan di qada leşkerî de di nava YPJ‘ê xwe bi rêxistin kirin û li hemberî terora DAIŞ‘ê şer dikin."

Gotina dawî

Komxebat bi axaftina Hevseroka MSD‘ê ya Buroya Helebê Fehîma Hemo bi dawî bû.

Fehîma Hemo got: "Jinên Sûrî bi dîrokê de hîma bingehîn a jiyanê ne. Dema em dibêjin jin em dibêjin jiyan û azadî."

Fehîma Hemp di dawiya axaftinê de got: "Aloziya Sûriyê bandoreke neyîn li jinan kir. Jin hatin revandin û bê maf hatin hiştin. Lê Berxwedana jin a azadiyê sînor derbas kir. Mînakên vê yekê jinên berxwedêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Helebê ye ku di her qadan de xwe bi rêxistin kirin û têkoşîna xwe mezin kirin."

ANHA