‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û bajarokên wê sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Mitez Hoşan re xwest û wiha got: “Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin.”

‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
‘Herêma ewle bi saya têkoşîna şehîdan hatiye avakirin‘
7 sibat, 2019   13:39

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê û bajarokên wê sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Mitez Hoşan (Kara Qamişlo) re xwest ku di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li gundê Hilwa Biçûk hate vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Lezgîn Elî û hevserokê Meclisa bajarokê Ebû Feri Muhend Hebîb axivîn.   

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Mitez Hoşan re hate xwestin û hat destnîşankirin ku bi saya têkoşîna şehîdan gelê herêmê di nava ewlehiyê de dijî û çeteyên DAIŞ`ê di baregehên xwe yên dawîn de ber bi tunekirinê ve diçin.

Her wiha hat diyarkirin ku hemû pêkhateyên herêmê ji gefên dewleta Tirk a dagirker diparêzin û wiha gotin: “Tirkiye banga avakirina herêma ewle dike. Em ji Tirkiyê û hemû cîhanê re dibêjin ku herêma ewle ya ku banga avakirina wê dike, bi saya têkoşîna şehîdên ku ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kirine, hatiye avakirin. Em tu carî qebûl nakin ku dewleta Tirk herêmên me dagir bike."

Sersaxî heta saetên êvarê dê dewam bike.

(bx/bm)

ANHA