Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest

Rêxistina Kongreya Star bi armaca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, li kantona Şehbayê mîtîngek organîze kir. Di mîtîngê de, jinan teqez kir ku bi derbasbûna 21 salan di ser komploya li ser Ocalan re jî fikrên Ocalan azad in û roj bi roj belav dibin.

Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
Jinên Şehba û Efrînê azadiya Ocalan xwest
7 sibat, 2019   13:31

ŞEHBA

Mîtîng, li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi dirûşma “Em ê tecrîdê têk bibin û faşîzmê hilweşînin û avakirina netewea demokratîk mîsoger bikin” hate lidarxistin.

Bi sedan jinên Efrin û Şehbayê ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Tirkmen û jinên saziyan û jinên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî mîtîngê bûn.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û pankartên “Bi rihê jina azad em ê bendên zindana Îmraliyê bişikînin, Ocalan azad bikin” û “Azadiya rêber Apo azadiya gelan e” hildan.

Mîtîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre beşdaran li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê têkildarî jinan û rola wê di civakan de û planên li dijî wê, guhdar kir.

Jin bi fikra Ocalan bawer in

Piştre, endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Wehîde Xelîl axivî û wiha got: “Bi navê jinan em roja reş a 15`ê Sibatê şermezar dikin û em Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.”

Wehîde di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Roj bi roj şoreş û felsefeya Ocalan berfireh dibe. Kesên ku komplo li ser Ocalan û gelê Kurd pêk tînin, nizanin ku bi miloyonan jin û gelên herêmê bi fikra Ocalan bawer in.”

Wehîde teqez kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya gelên demokratîk e, ji ber ku daxwazên wê daxwazên wan hemûyan in û kombûna li derdora Ocalan û berxwedana Leyla Guven mînakên vê yekê ne.

Mîtîng di bin baranê de û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û Leyla Guven û daxwaza azadiya Ocalan û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(kc)

ANHA