Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome

Greva birçîbûnê ya 150 şêniyên navçeya Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome.

 Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
 Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
 Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
 Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
 Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de didome
6 sibat, 2019   16:58

HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven 150 kes duh ketin greva birçîbûnê. Bi vê armanca konê çalakiyê li Qada Şehîdan hate vedan. Çalakî bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana girtiyan em ê tecrîdê hilweşînin" hatiye lidarxistin.

Bi dehan şêniyên navçeyê, şandeyek ji PYD, Şaredariya Gel û Meclisa Malbatên şehîdan serdana çalakgeran kirin.

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin. Bi navê Şaredariya Gel a navçeyê Mizgîn Şêxê, bi navê PYD‘ê Xelîl Osman û bi navê Komîteya Pewerdeyê Mihemed Salih axivîn.

Qisekeran berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û jiyana çalakgerên greva birçîbûnê biparêzin.

Axaftvana di nav gotinên xwe de teqez kirin ku azadiya Ocalan azadiya tevahiya gelên herêmê ji zulim û zordariyê ye.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê sibe bi dawî bibe.

(şx)

ANHA