Şitlên darên zeytûnan li Hesekê hatin çandin

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Kerwanê zeytûnan" de şitlên darên zeytûnan li hewşên saziyan û parkên bajarê Hesekê çandin.

Şitlên darên zeytûnan li Hesekê hatin çandin
Şitlên darên zeytûnan li Hesekê hatin çandin
Şitlên darên zeytûnan li Hesekê hatin çandin
6 sibat, 2019   17:55

HESEKÊ

Kampanyaya "Kerwanê zeytûnan" ya ji aliyê rewşenbîrên herêmên Cizîr û Firatê ve ji bo piştgirdayîna Berxwedana Serdemê ya Efrînê û bersivdayîna binpêkirinên hêzên dagirker li Efrînê didome.

Di çaroçveya kampanyaya ku bi dirûşmeya "Efrîn em ji nû ve şîn bibin" hatiye organîzekirin dê 366  şitlên zeytûnan li herêma Firatê  û heman hejmar li herêma Cizîrê werin çandin.

Kampanya ji herêma Firatê destpê kir û îro li Hesekê bû.

Rewşenbîran şitlên darên zeytûnan li hewşên saziyan û parkên bajarê Hesekê çandin.

ANHA