Hewlêr û Bexdayê li ser vegera pêşmergeyan li herêma bi nakok lihev kirin

Sekertêrê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a herêma Kurdistan ragihand ku ew gihaştine hihevkirineke bi Wezareta Parastinê ya Iraqê da ku Pêşmerge vegerin Kerkûkê û herêmên bi nakok.

Hewlêr û Bexdayê li ser vegera pêşmergeyan li herêma bi nakok lihev kirin
6 sibat, 2019   14:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rûsya El-Youm, Serkertêrê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a herêma Kurdistan Cebar Yawir di daxuyaniyekê çapemeniyê de ragihand ku ew bi Wezareta Parastinê ya Iraqê lihevkirine ku li gorî madeya 140 a destûrê Hêzên Pêşmergeyan vegerin Kerkûkê û herêmên bi nakok.

Yawir di daxuyaniyê de wiha got:"Danûstandinên bi wezareta parastina Iraqê cidî ne, famkirinek di navbera herdu aliyan de pêk hat da ku hevkariyeke girîng pêk bê."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Piştî salek û çend mehan di ser civînên li Mûsîlê li ser rûdanên 16`ê Cotmeha 2017`an me civînek di navbera herdu aliyan de li dar xist."