Hevdîtina bi Ocalan re cara 787’emîn  hate redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate redkirin.

Hevdîtina bi Ocalan re cara 787’emîn  hate redkirin
6 sibat, 2019   13:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 787’emîn red kir.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin

Li aliyê din birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de hevdîtin bi birayê xwe re kiribû.