Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin

Bi merasîmeke biheybet şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê cenazeyên 5 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
6 sibat, 2019   12:41

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şehîdên QSD`ê Yasir El-Hemûd (Aras Hesekê), Basim Ehmed (Hogir), Ziyab El-Selamê (Dêrî), Ebdulhemadî (Hisên El-Dêrî), Elî El-Elawî (Elî Şedadê) û Isam El-Selamê (Mihemed Şedadê) ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirêmbêlan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke biheybet bi toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê û YPG`ê ve hate lidarxistin. Paşê, bi navê YPG`ê fermandar Demhat Hesekê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Demhat Hesekê teqez kir ku bi saya lehengiya şehîdan, herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin û nêzîk e ku DAIŞ tune bibe.

Paşê bi navê Saziya Malbatên Şehîdan endama bi navê Seher Ebdellah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Em çi qas bikin, em mafê şehîdan nikarin bidin, wan canê xwe ji bo azadî û rûmetê kir xelat."

Paşê wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazayên şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin definkirin.

ANHA