Kouchner dê detayên "Peymana Sedsalê" eşkere bike

Rojnameya ‘Mearif’ a Îsraîlê eşkere kir ku şêwirmendê serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner dê hin detayên plana sererastkirinê ya Amerîkayê ya bi navê "Peymana Sedsalê" di kongreya li ser Rojhilata Navîn de eşkere bike.

Kouchner dê detayên "Peymana Sedsalê" eşkere bike
6 sibat, 2019   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîlê got dê Jared Kushner di civîna giştî ya vekirî de bi beşdariya rojnamevanan di civînên kongreya Warso, hin detayên "Peymana Sedsalê" a Amerîkayê eşkere bike.

Rojnameyê diyar kir ku dê Kushner dema ragihandina peymana sedsalê ragihîne.

Rojnameyê ragihand ku dibe hevdîtinek di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Kushner û nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt piştî kongeya Warso pêk were.

Tê zanîn ku Kongreya Warso dê di dîroka 13 -14`ê Sibatê bi beşdarbûna dewletên Ereb pêk were, dê di kongreyê de têkiliyên di navbera Israîl û dewletên Ereb were nîqaşkirin.

(jo)