Rûspiyên Minbicê bersiv dan gotegotên Erdogan!

Rûspiyên eşîreyên Ereb ên Minbicê îdîayên Erdogan ku dibêje"Rûsiyên Ereb ji wî dixwazin ku Minbic rizgar bikin" derewandin û gotin,"Daxuyaniyên Erdogan vala ne, em li herêmê xwe di nava aramiyê de ne, em qebûl nakin ku desthiltadariya Osmanî dîsa vegere."

Rûspiyên Minbicê bersiv dan gotegotên Erdogan!
6 sibat, 2019   07:33

SELWA EBDULREHAM – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Serokê dewleta Tirk a dagirker duh daxuyanî dabû û gotegotin wekî "Rûsiyên Ereb ên Minbicê daxwaza rizgarkirinê ji wî kirine” dîsa dûbare kirin. Li ser mijarê rûspiyên Ereb ên bajarê Minbicê bi zimanekî tund bersiva îdîayên Erdogan dan.

Ji rûspiyê êla Bobena Şêx Hemîd El-Cedan got:"Daxuyaniyên Erdogan ji bo me bê wate ne. Hertim van daxuyaniyan dûbare dikin, lê hemû vala ne."

Şêx Hemîd anî ziman ku, dewleta Tirk hewl dide aramiya herêmê ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatiyê, têk bibe.

Der barê helwestên eşîreyan ji destwerdanên derve di Sûriyê de El-Cedan wiha axivî:"Wekî şêx û rûspiyên Minbicê em li dijî dijminahiya li ser bajarê yek in, her time em banga yekîtiya xaka Sûriyê dikin. Em teqez dikin ku em bosteke ji xaka Sûriyê bernadin, tu kes ji me qebûl nake ku desthiltdariya Osmanî li Sûriyê vegere."

Şêx Hemîd El-Cedan wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tecrûbeya herî mezin a dewleta Tirk ku îdîaya rizgarkirina herêmê ji terorê wekî bajarê Bab, Ezaz, Cerablusê û Efrînê ye, gelo kanî ewlehî li wan herêman?. Herêmên ku em bi anîn ziman ji aliyê “Dirî El-Firat” ve hatine dagirkirin a ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Li wan herêman sûcên hovane, dizî, talankirina milên sivîlan li pêşiya her kesî têne kirin."

Ji hêla xwe ve yek ji rûspiyên êşîreya Xenaim Xalid Şêx Şiblî destnîşan kir ku serokeşîrên Minbicê daxwaza rizgarkirinê ji dewleta Tirkiyê nekirine û wiha dewam kir:"Em li bajarê xwe di nava aramiyê de dijîn, em bi xwe, xwe bi rêve dibin, hemû eşîre bi biratî û hevkarî xweşî û xemgîniyê bi hev re parve dikin, pêwîstiya me bi tu kesî tine ku were me rizgar bike."

Şêx Şiblî diyar kir ku Tirkiyê dewleta dagirker e û ew rê nadin ku herêmên nû yên Sûriyê dagir bike, mîna Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê, li van herêman ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve kuştin, talankirin pêk tên.

Şêx Şiblî di dawiya axaftina xwe de bang li eşîreyên Minbicê kirin ku li hemberî gefên ku aramiya herêmê dikin hedef, hevgirtina xwe xurt bikin.

ANHA