Siyasetmedarên jin ên Ereb: Tirkiye tenê wêraniyê bi xwe re tîne

Siyasetmedarên jin ên pêkhateya Ereb ên bajarê Helebê destnîşan kir ku qebûlkirina azarên jinan di serdema Osmanî de ne gengaz e û got neviyên Osmaniyan bi rêya dagirkirina Sûriyê û binpêkirinên xwe hewl dide dîroka gelên Sûriyê qir bike.

Siyasetmedarên jin ên Ereb: Tirkiye tenê wêraniyê bi xwe re tîne
6 sibat, 2019   08:10

ROZANA DADO / HELEB

Dagirkeriya Tirk hewl dide Împaratoriya Osmanî ji nû ve vegerîne û senaryoya dagirkeriya Osmanî ji xaka Sûriyê re ku 400 salan dom kiriye, dubare bike. Bi taybet piştî dagirkirina Cerablus, Bab û Efrînê û herî dawî gefên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Girêdayî mijarê, siyasetmedarên jin ên Ereb ên Helebê ji ajansa me re axivîn.

Endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê Foziye Ebdulhenan destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyê li Sûriyê rêzesiyasetên dagirkeriya Osmanî ji Sûriyê re ye wekî binçavkirin, kuştin û koçberkirinê dubare dike.

Foziye diyardeya desteserkirina axê di serdema dagirkeriya Osmanî de û tengavkirina akademîsyenan û rewşenbîran bi bîr xist û diyar kir ku ew heman siyaseta Tirkiyê ya niha ye û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk rewşenbîran, akademîsyenan û siyasetmedaran bi awayekî hovane binçav dike û azadiya wan binpê dike.”

Girêdayî rewşa Sûriyê ya herî dawî Foziye diyar kir ku Tirkiye li herêmên dagirkirî binpêkirinên hovane ji girtin, revandin, belavkirina tirs û xofê di nav sivîlan de, koçberkirin û guhertina demografyaya herêmê bi taybet li Efrînê didomîne û wiha got: “Tirkiyê bi derbasbûna Sûriyê ji bilî xizanî, nezanî û wêranbûnê tiştek din bi xwe re neaniye.”

Girêdayî heman mijarê, endama MSD’ê ya Helebê Fatme El-Hisêno destnîşan kir ku dewleta Osmanî binpêkirinên hovane der heqê şêniyan de pêk anîne. Fatme diyar kir ku dewleta Osmanî bi dagirkirina herêmê di dirêjahiya 4 serdeman de tevlihevî ji tevahiya aliyên siyasî, çandî û aborî ve belav kiriye.

Fatme di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku jinan di dema dagirkeriya Osmanî ve gelek azar ji tecawiz, kuştin û bikaranîna wan wek xizmetkaran kişandine.

Fatme destnîşan kir ku tevî wê jî dewleta Osmanî siyaseta asîmîlekirinê der heqê zimanê Erebî de meşandiye û wiha dewam kir: “Ji ber wê zimanê erebî bi qirkirinê re rû bi rû mabû. Lê ji ber ku zimanê Quranê ye, ji qirkirin û pişaftinê xilas bû. Îro jî dewleta Tirk heman siyasetê li herêmên ku dagir kiriye mîna Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê bi rêya derbaskirina xwendina bi zimanê tirkî di dibistanên wan herêman de, rakirina alên Tirkiyê û danûstandina bi lîreyên Tirkiyê dimeşîne.”

Ji aliyê xwe ve endama Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sebîhe Efaşe destnîşan kir ku gelek rûyên hevbeş di navbera siyaseta Osmanî li herêmê û siyaseta Tirkiyê ya dema niha de hene û wiha axivî: “Tirkiye siyaseta tepeserkirinê der heqê şêniyan de dimeşîne, zeviyên şêniyan desteser dike û tê de baregehên leşkerî ava dike.”

Di dawiyê de Sebîhe Efaşe tekez kir ku gelê Sûriyê, bi taybet jinên ereb gelekî pêşketî ne û bendên ku mafên wê qeyd dikirin, şikandine. Her wiha destnîşan kir ku jinêb Ereb êdî serî li hember binpêkirinên Tirkiyê netewîne û nahêle azarên jinan di dema Osmanî de ji nû ve vejînin.

(şx)

ANHA