Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê ji bo veguheztina firoşgehên erebeyan ji navenda bajêr cihek taybet veqetandin.

Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
Şaredariya Kobanê ji bo firoşgehên erebeyan cihek veqetand
5 sibat, 2019   16:54

KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber belavbûna firoşgehan erebeyan li nava kolanên bajarê ku dibû cihê qarbalexê gazinc dikin.

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê bi alîkariya welatiyan ji 1‘ê Gulana 2017‘an ji bo rakirina firoşgehan ji nava bajêr dixebite. Şaredariyê îro ji bo veguhestina firoşgehên erebeyan cih li gundê Gulmil ê 5 km dikeve başûrê bajarê Kobanê veqetand û bi vê mebestê merasîmeke li dar xist.

Derçûna vê projeyê gihaşt 4 milyon dolar. Ji aliyê bazirgan ve jî milyon û 94 hezar hate dayîn. Bazirganan ji 1‘ê Gulana 2017‘an ve, 175 dolar wekî alîkar ji bo şaredariyê kom dikirin da ku firoşgehên erebeyan werin veguhestin.

Li bajarê Kobanê derdora 104 firoşgehên erebeyan hene. Bi vê projeyê hemû firoşgeh wê li firoşgehên xwe veguhêzin cihê nû.

Merasîm di deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê şirîta vekirina qada firoşgehan ji aliyê mabatên şehîdan ve hate qutkirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî. Êto vekirina qada ji bo firoşgehên erebeyan pîroz kir û got, "Em bi hêvî hen ku projeyên bi vî rengî hertim werin vekirin, da ku bajarê me rêxistin bibe."

Paşê li ser navê Şaredariya Kobanê Rewşen Ebdî spasiya rêveberiya xweser û gelê Kobanê kir û wiha anî ziman:"Ev gaveke gelekî serkeftî ye ku wekî şaredarî û gelê Kobanê bi derfetên kêm me ev proje pêk anî. Bajarê me beriya 4 salan bi temamî xirab bibû, lê îro me karibû ji nû ve bajarê xwe ava bikin û xweşiktir bikin."

Rewşen di axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kobanê gelekî bi axa xwe de girêdayî û bi çaredariyê re dibin alîkar.

Li ser navê Odeya Bazirganî û Pîşezaiyê Osman Maron û bi navê bazirganên erebeyan Ismaîl Ismaîl axivîn. Di axaftinên wan de bal hate kişandin ku gelê Kobanê di rewşeke herî zor û zehmete re derbas bû, lê bi saya şehîdên vegeriya warê xwe û li ser piyên xwe sekinîn û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên mezin avêtin.

Piştî axaftina koma Kevneşopî û Botan stranên gelerî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya merasîmê de Şaredariyê kart li bazirganên erebeyan belav kirin û cihê her firoşgehekê diyar kirin.

Tê payîn ku di nava hefteyekê de hemû firoşgehên erebeyan li cihê nû werin veguheztin.

(hh/sn)

ANHA