Ji Komîteya Hundirîn a Tebqayê banga ji bo rûspiyan

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlûm Omer bang li rûspiyên herêma Tebqayê kir ku pirsgirêkê di zûtirin demê de çareser bikin. 

Ji Komîteya Hundirîn a Tebqayê banga ji bo rûspiyan
5 sibat, 2019   13:55

TEBQA

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlûm Omer ji ANHA`yê re axivî û sedema sereke ku pirsgirêk di navbera her du aliyan de derket û di encamê de yek ji wan hate kuştin, diyar kir ku pirsgirêk ji ber pereyan bû.

Li ser armancên ferzkirina qedexeya derketina derve li Tebqayê, Omer da zanîn ku ji bo ku hîna bêhtir nakokî berfireh nebe û tedbîran di hemû aliyan de bigirin da ku ewlehî û îstîqrara li bajêr xerab nebe, qedexe hate ragihandin.

Omer bang li rûspiyên aliyên ku nakokî di navbera wan de derketiye kir ku bêhtir berfireh nebe û di zûtirîn demê de were çareserkirin û wiha dewam kir: “Ger pirsgirêk berfireh bibe dê encamên krîzê li ser her du malbatan bi xwe re bîne. Hêzên ewlekariyê amade ne her tiştî pêşkêş bikin da ku ev krîz çareser bibe.”

(jo)

ANHA