Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê derketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ku ev 90 roj e di grevê de ye, kir.

Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Bi hezaran kesî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
5 sibat, 2019   13:48

GIRÊ SPÎ

Di bin dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e" de bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermzar kir û piştgiriya xwe bi têkoşer Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de, ragihand.

Meşvan li Çerxerêya El-Elem a başûrê bajarê Girê Spî kom bûn û ji wir bi ber Çerxerêya El-Qefes li navenda bajêr ve çûn.

Di meşê de bi hezaran şêniyên herêma Firatê di nav de gelek kesayet û rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê tev li meş bûn.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven, alên YPG, YPJ û QSD`ê hildan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana jina azad, bijî berxwedana girtiyan" berz kirin. Her wiha pankartên li ser nivîsa "Bêdengiya navneteweyî şermeke li ser eniyê mirovahiyê, greva we hemû cîhan hejand" hildan.

Meşvan li çerxerêya El-Qefes rawestiyan. Paşê, bi navê rêveberiya kantona Girê Spî endamê meclisa kantonê Xelîl Ebdulkerîm, bi navê Kongreya Star a herêma Firatê Almaz Romî û Meclisa Sivîl a Reqayê Hamal Ebo Egîd axaftin hatin kirin.

Axaftvanan berxwedana çalakvanan li dijî faşîsma Tirkiyê bi bîr xist û komployên navneteweyî ku Ocalan dike hedefa xwe û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Axaftvanan teqez kir ku dewletên faşîst xwest fikra mirovahiyê ku Rêberê Neteweya Demokratîk Ocalan bi rêya projeya biratiya gelan banga wê dikir, têk bibin.

Di dawiyê de axaftvanan teqez kir ku ew ê heta dawiyê li kêleka çalakvanên greva birçîbûnê bin û li ser rêya wan bimeşin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakvanan bi dawî bû.

(jo)

ANHA