Erdogan: Têkildarî “herêma ewle” di navbera me û Amerîkayê de nakokî hene

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku der barê “herêma ewle” de di navbera wan û Amerîkayê de nakokî hene.

Erdogan: Têkildarî “herêma ewle” di navbera me û Amerîkayê de nakokî hene
5 sibat, 2019   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di cîvîna heftane ya partiya xwe AKP`ê de ji alîgirên xwe re wiha got: "Tu planeke tekûz bi Amerîkayê re der barê herêma ewle li bakurê Sûriyê de tune ye."

Rayedarên Tirkiyê ji bo avakirina “herêma ewle” li bakurê Sûriyê liv û tevgera xwe ya derve zêde kirin, lê hewldanên wan ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve nayên pejirandin.

Yekitiya Ereban li ser zimanê sekreterê xwe Ehmed Ebû Elxêt di civîna wezîran a li gel welatên Ewropayê de ragihand ku ew avakirina herêmeke ewle li vê devera Sûriyê napejirînin.

Hewldanên Tirkiyê her wiha rastî nerazîbûna Rûsyayê hatin, serdana Erdogan ji bo Pûtîn nikarî Pûtîn der barê mijarê de razî bike, di hevdîtinê de Rûsyayê gazinên xwe yên der barê peymana Idlibê de ji Tirkiyê re vegotin.

Li gorî rojnameyên Amerîkayê, sedema ku Amerîka dixwaze herêma ewle çêke, ew e ku naxwaze di navbera artêşa Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de şer çêbe.

(k)