Rapora Pentagonê: Eger hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin DAIŞ dikare vegere

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê wiha got: “Dibe DAIŞ dîsa hin deverên sereke yên Sûriyê dagir bike piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê."

Rapora Pentagonê: Eger hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin DAIŞ dikare vegere
5 sibat, 2019   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa United Press International rapora ku ji aliyê çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ve hatiye amadekirin, weşand.

Di raporê ev tişt hate gotin: “Di heman demê de ku hêzên hevparên Amerîkayê şerê li dijî DAIŞ`ê dewam dikin û herêmên mayî yên Sûriyê ji DAIŞ`ê distînin, dîsa jî DAIŞ dikare endamên xwe yên bi dispilîn bixe nava tevgerê."

Li gorî raporê “Eger fişara li ser DAIŞ`ê kêm bibe dibe ku dîsa vegere Sûriyê", her wiha li gorî daneyên Wezareta Parastinê, DAIŞ hîna jî dikare êrîşên dijber pêk bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 19`ê Kanûna 2018`an biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê da û got ku hevpeymana bi rêveberiya Amerîkayê, DAIŞ têk bir.

Li gorî ajansa United Press International hemû rayedarên leşkerî û zagonsaz ên Amerîkayê der barê nirxandina Trump de ne hemfikir in, jixwe piştî vê biryarê bi rojekê wezîrê parastinê yê berê James Mattis îstifa kir.

Roja pêncşema derbasbûyî kongreya Amerîkayê biryara li dijî vekişîna hêzên Ameîkayê da û got “DAIŞ metirsiyeke navdewletî ye".

Di rapora çavdêrê Wezareta Parastinê de tê gotin ku eger di dema vekişînê de tu êrîş li dijî hêzên Amerîkayê çêbin, dê di ragihandina DAIŞ`ê de mîna serkeftinekê dê were nîşandan.

Li gorî raporê DAIŞ li Iraqê erkdarî û hêzên sereke bi leztir nû dike, lê eger fişara li dijî terorê kêm bibe dibe ku DAIŞ di nava 6 heta 12 mehan de dîsa vegere Sûriyê û hin deveran bi dest bixe."

(kn)