Bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" şêniyên Firatê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven, bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" li bajarê Girê Spî dest bi meşeke girseyî kir.

Bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" şêniyên Firatê daketin qadan
5 sibat, 2019   10:43

GIRÊ SPÎ

Bi hezaran şêniyên kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê li bajarê Girê Spî kom bûn  û meşeke girseyî dest pê kirin. Meş ji ber Çerxerêya El-Elem dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve diçe.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen, her wiha rûspiyên êlan tev li meşê bûne.

Meş bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna kesên ku di greva birçîbûnê de ne û di serî de Leyla Guven ku ev 3 meh e di grevê de ye, tê lidarxistin.

Meş didome…

(bx)

ANHA