‘Divê dewletên ku cîhadîstên wan li gel QSD`ê hene, wan bibin û darizînin’

Şeva derbasbûyî Amerîkayê bang li dewletan kir welatiyên wan ên tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne û niha li gel QSD`ê girtî ne, bibin û wan darizînin.

‘Divê dewletên ku cîhadîstên wan li gel QSD`ê hene, wan bibin û darizînin’
5 sibat, 2019   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Washington şeva derbasbûyî ji hin welatan xwest ku welatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞ`ê de li Sûriyê şer dikir û niha li gel QSD`ê girtî ne, bibin gel xwe.

Piştî çend hefteyan ji lêkolînên dewletan der barê çarenûsa radîkaliyên li Sûriyê mane, Amerîkayê ragihand ku bi awayekî vekirî gihîşt encamekê ku wan vegerînin welatên wan.  Washingtonê got QSD`ê çeteyan bi awayekî ewle û mirovî li gel xwe dihêle û vê hêzê roleke mezin di şerê tunekirina çeteyên DAIŞ`ê de lîstiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Robert Baladino di daxuyaniyekê de wiha got: "Amerîka bang li dewletên din kir ku welatiyên xwe yên li gel QSD`ê girtî vegerînin û darizînin û keda wê hêzê di vegerandina wan terorîstên biyanî li welatên wan de, pir e."

(jo)