Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e

Rêxistinên ku di nav kampa Tiwêhîna de kar dikin, heta niha rewşa koçberan paşguh dikin, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hewldanên xwe ji bo başkirina rewşa koçberan didomîne.

Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e
Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e
Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e
Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e
Tevî desteka rêveberiyê rewşa koçberan xerab e
5 sibat, 2019   08:24

TEBQA

Li gorî serjimara dawîn a rêveberiya kampa Tiwêhniyê derdora 2 hezar û 400 koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê di nav şert û mercên dijwar de li kampa Tiwêhniyê dimînin.

Koçber di bin konan de ku wan ne ji sermaya zivistanê ne jî germahiya havînê diparêzin, li ber çavên rêxistinên navdewletî û herêmî yên ku li herêmê dixebitin, dimînin. Ew rêxistin paşguhkirina rewşa dijwar a koçberan didomînin û alîkariyên ku pêşkêş dikin, têra malbatekê ji koçberan heya çend rojan nake.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi rêya Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê û Rêveberiya Kampa Tiwêhniyê hewldanên xwe ji bo guhertina rewşa dijwar a ku li koçberan hatiye ferzkirin, didomîne. Rêveberiyê hewl dide pêwîstiyên wan ên sereke li gorî şertên jiyanê li ser beravê gola Firatê peyda bike.

Piraniya koçberên kampê ji herêmên Hims û Hemayê ne yên ku rejîma Sûriyê got bû ku ew bi desteka Rûsyayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye. Lê bi hezaran ji şêniyên wan herêman ji herêmên xwe ber bi herêmên ku QSD`ê rizgar kiriye, reviyane. Tu niyetên wan şêniyan di vegera warê xwe de tune ye. Ew ji rejîma Sûriyê ditirsin û ji ber ku malên wan di encama operasyonên leşkerî de wêran bûne.

Di van demên dawîn de Rêveberiya Sivîl hejmarek ji alîkariyên zivistanê (sifinc, cilên zivistanê, betanî sobeya ser kez) tevî 225 lître ji kez ji her malbatekê re belav kir. Her wiha pakêtên xwarinê yên mehane bi awayekî asayî û birêxistinkirî li wan belav dike.

Di meha borî de wek destekekê da ku şênî pêwîstiyên xwe peyda bikin, 25 hezar lîreyên Sûriyê li wan hate belavkirin.

Li gorî endama Rêveber a kampa Tiwêhniyê Ehmed El-Ehmed diyar kir ku rêveberiya kampê bi hevkariya yek ji rêxistinên ku di nav kampê de kar dikin, nan bi rêjeya 2 nan ji her endamekî malbatê re rojane belav dike. El-Ehmed destnîşan kir ku ji ber ku hindek rêxistin ne li gorî şertên kampê dixebitin, belavkirin hin caran radiweste.

Têkildarî rewşa tenduristiyê di nav kampê de Heyva Sor a Kurd hefteyê du rojan bi rêya her du navendên xwe jin û zarokan derman dike. Lê li gel rewşa hawayê ya guhêrbar, miqdara alîkariyên pêşkêşkirî ne li gorî asat zehmetiyên tenduristiyê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya yek ji rêxistinên ku di nav kampê de kar dikin, amadekariyên avakirina kampeke alternatîfa kampa Tiwêhniyê dike.

Rêveberî hewl dide şert û mercên kampa nû ji yên Tiwêhniyê baştir bin. Kampa Tiwêhniyê bi awayekî bi lez û di şert û mercên dijwar de ji bo pêşwazîkirina bi hezaran koçberên ber bi herêmên QSD`ê ve hatine, hate vekirin.

(şx)

ANHA