Jeneretor alternetîfên demkî ne

Li bajarê Reqayê stasyonên kehrebeyê û kablo di encama şer de hinek ji wan xerab bûbûn û hinek jî hatibûn dizîn. Ji bo ronîkirina bajar jeneratorên demkî yên kehrebeyê hatin dayîn heta ku kehrebeya sereke were.

Jeneretor alternetîfên demkî ne
Jeneretor alternetîfên demkî ne
5 sibat, 2019   08:37

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Di encama şerên ku li welêt rû dane de, stasyonên kehrebeyê û toreyên wê hatine wêrankirin, ji ber wê li piraniya herêmên Sûriyê kehrebe qut e. Wek alternatîf heta ku kehrebeya sereke were, şênî jeneratorên kehrebeyê bi kar tînin.

Ji ber pêwîstiya şêniyan û navendên kar, wekî navendên tenduristî û xebatên pîşeyî bi kehrebeyê, jenerator li bajêr rojane bi rêjeya ji sedî 70 kehrebeyê ji şêniyan re peyda dikin. Jenerator du danan dixebitin, sibehê bi rêjeya ji sedî 25 û êvarê bi rêjeya ji sedî 45.

Şaredariya Gel a Reqayê buroyek ji bo çavdêriya jeneratoran vekir û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş dike. Di nav bajarê Reqayê de zêdetirî 200 jenerator hene û kehrebeyê digihînin piraniya taxên bajêr.

Her jeneratorek derdora 700 ambîr dide şêniyên taxê yan jî herêmê. Li ser şêniyan li gorî pêwîstiyê herî kêm 2 ambîr hatiye belavkirin. Jenerator rojane 11 saetan bi buhayê 600 lîreyên Sûriyê di hefteyê de ji her ambîrekê re kehrebe ji şêniyan re peyda dike.

Gerînendeyê Buroya Ambîran Ebdulcebar El-Abdullah girêdayî mijarê wiha got: "Jeneratoran kehrebe gihandiye ji sedî 95 ji taxan bajêr. Ji aliyekî ve em çavdêriya xebitîna jeneratoran dikin û ji aliyekî din ve buhayê ambîr û saetên xebitandinê dişopînin. Bi koordîneya Gerînendetiya Sadkobê ya Sotemeniyê, em mazot ji xwediyên jeneratoran re bi buhayê 55 lîreyên Sûriyê peyda dikin."

(şx)

ANHA