ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2019
5 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî QSD‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven re meşekê ji Çerxereya Elem a başûrê bajarê Girê Spî heta Çerxerêya Qefes a navenda bajarê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê destpêkirina kampanyaya "Kerwanê zeytûnan li herêma Firatê" radighîne, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve sala xwe ya 21‘î de daxuyanî dide, saet 10:00. Bi heman armancê jî Tevgera Civaka Demokratîk civînekê li taxa Eşrefiyê ya Helebê lidar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca nirxandina kar bi hemû meclisên rêveber ên rêveberiya xweser û sivîl re ku hejmara wan 7 dicivin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Efrîniyên li kantona Şehbayê derbarê hevdîtina Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi Desteya Bilind a Mûzakeriyan a girêdayî Tirkiyê daxuyanî dide, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebeqayê ku bi armanca destekdayîna bi têkoşer Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgeha dewleta Tirk de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e ya ku Ocalan ji bo xilasiya gelên Rojhilatê Navîn ji zulm û şeran pêşkêş kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema êrîş li ser gundê Elî Nûrî Mihemed, Elî hema çek rakir û tev li Berxwedana Serdemê ya 58 rojan bû. Elî bi vînek xurt li rex şervanan li ber xwe da. Tevî ku hejmara wan bûn lê li hember bi sedan leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gelek bûyerên dîrokî ku mîna wê pêk nehatine, rû dan. Di meha Şibatê de, di dema şerên dijwar di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve û şervanên YPG, YPJ û gelê Efrînê ji aliyekî din de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ji bo piştgriya berxwedanê berê xwe dan Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Efrînê, careke eşkere bû ku arêtşa Tirk a dagirker rêzê nade nirxên manewî û baweriya gelan, hêzên dagirker Şehîdgeha Şehîd Seydo ku hestiyên bi sedan şehîdên azadiyê hembêz kiriye wêran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemîd Şêxmûs got, rêkeftina Edene ji roja hate ragihandin ve ne rewa ye. Jinûvevejandina wê tê wateya têkçûna planên dewleta Tirk e, piştî ku bû dergeha sereke ya derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ber bi Sûriyê ve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ji bo danasîna bi Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Helebê der barê çalakiya Leyla Guven ku ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê dike, grev dê 3 rojan dewam bike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kevneşopiya xwe diparêzin û ji nifşekî derbasî yê din dibe. Komîn Roj yek ji komên ku ji bo parastina kevneşopiyên pêkhateyan dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Buroya Wesayîtan li gundê Kolmet ê başûrê bajêr vedike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistinên mirovî yên li herêmên erka xwe ya li beramberî koçberan nayîne, lê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi keda heyî pêwîstiyên koçberên kampa Tiwêhînayê bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jeneretor alîkarek sereke û bedîlek demkî heta vegera kehrebeyê û sererastkirina toreyên Kehrebeyê tê hesbandin. Bi taybet piştî ku toreyên kehrebeyê rastî wêrankirin û talankirinê hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA