Komîteya Hundirîn li ser bûyerên li Tebqayê daxuyanî da

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê detayên bûyerên ku îro li bajêr rû dan eşkere kir.

Komîteya Hundirîn li ser bûyerên li Tebqayê daxuyanî da
Komîteya Hundirîn li ser bûyerên li Tebqayê daxuyanî da
Komîteya Hundirîn li ser bûyerên li Tebqayê daxuyanî da
Komîteya Hundirîn li ser bûyerên li Tebqayê daxuyanî da
4 sibat, 2019   18:19

TEBQA

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê daxuyaniyeke li ser rûpela xw ya tevna civakî "Facbook" belav kir û bûyerên ku îro danê nîvro li bajêr rû dane eşkere kir.

Di daxuyaniya komîteyê wiha ye"

"Danê nîvro, du kes li ser mijara veguhestina pereyan ji bo kesekî din bi hev ketin.

Destpêkê bi destan li hev dan, paşê yekî çek li hemberî yên din bi kar anî û ew birîndar kir, paşê jî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê bûyerê pevçûn veguherî aloziya di navbera eşîreyan de.

Li ser vê Komîteya Hundirîn biryarnameyeke derxist û derketina derve li bajêr ragihand, da ku tedbîrên ewlehiyê bigire û rê nede ku ev pirsigrêk mezintir bibe. Hêzên me yên ewlekariyên amade û hişyar in dê ewlehiya welatiyan û herêmê biparêze."

ANHA