Ji bo jinên ku ji mafê perwerdeyê bê par mane dewreya perwerdeyê

Bi tevlêbûna 52 jinên herêma Reqayê dewreyeke pewerdeyê li ser xwendin û nivîsandinê hate vekirin.

Ji bo jinên ku ji mafê perwerdeyê bê par mane dewreya perwerdeyê
4 sibat, 2019   15:29

REQA

Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê ji bo jinên ku ji mafê xwe yê perwerdeyê mehrûm mane, dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê bi rêxistin dike. Rêveberiya Jin heta niha 3 dewreyên pewerdeyê bi dawî kirine û hewl dide ku jinên ji mafê perwerdeyê bê par hatine hiştin wan fêrî xwendin û nivîsandinê bikin. Nemaza çeteyên DAIŞ‘ê li ser herêmê jin di gelek aliyan, di nav de qada perwerdeyê bê maf hiştibûn

Îro, Mala Jin a herêma Cidêdat a gundewarê Bakurê bajarê Reqayê bi tevlêbûna 52 jinan li ser xwendin û nivîsandinê  dewreya perwerdeyê ya çaremîn vekir.

Dewreya perwerdeyê bi hevkariya Buroya Jin a Perwerde û Fêrkirinê û çavdêriya Rêveberiya Jin a Reqayê hate vekirin.

Vekirina dewreya perwerdeyê bi merasîmekê pêk hat. Endamên Mala Jin a herêma Kerama, Reqa Semra, jinên endamên Şaredariya Kerama, Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên Rêveberiya Jin a Reqayê di merasîmê de amade bûn.

Wane dê hefteyê 6 saetan werin dayîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Komîteya Perwerdeyê Şems Ebdulqadir û bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem El-Ebo axaftin hatin kirin: "Perwerde mafê herî bestî ê jinan  ku bi salan ji vê mafî pê par hatibûn hiştin. Lê bi saya hêzên Sûriyeya Demokratîk me mafê xwe vegerand."

Meryem El-Ebo berxwedana Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Silav û hirmet ji bo xwediyê fikrê azad û bi saya wî me azadiya xwe bi dest xist, ji bo mamoste, têkoşer û rêberê yekemîn jin hebûna xwe îsbat kir û civakê ber bi serkeftin û pêşketinê ve dibe. Jin 5 hezar ji mafê xwe bê par hatibû hiştin, lê bi ramanê têkoşer azadiya xwe vegerand."

Ev dewreya 4‘emîn ku Rêveberiya Jin li Reqa û gundewarên wê vedike.

ANHA