Şêniyên Dêrikê piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrîkê daketin qadan û piştgiriya xwe bi tekoşer Leyla Guven ku ev 3 mehin di greva birçîbûnê de ye nîşan da.

Şêniyên Dêrikê piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê
4 sibat, 2019   14:40

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrîkê ya girêdayî kantona Qamişlo, partiyên siyasî û saziyên sivîl bi armanca piştgiriya berxwedana Leyla Guven Ii Qada Azadî kom bûn.

Meş ji Qada Azadî destpêkir û di sûka navendî re meşiya.

Meşvanan wêneyên tekoşerên di zîndanên Tirkiyê de ketine greva birçîbûnê û pankarta "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê tecrîdê bişkînin" hildan. Her wiha drûşmeyên silavkirina berxwedana girtiyên siyasî û çalakgerên grevê hatin berz kirin.

Meş li nêzî navenda Şehîd Bawer a ciwanan vegeriya mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meclisa navçeya Dêrîkê Dîlber Osman axivî û spasiya şêniyan kir.

Dîlber wiha got: “Berxwedana tekoşerên di zîndanên faşîzma Tirkiyê de deng li Cîhanê veda. Em ê wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefên Tirkiyê bêdeng nemînin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember kiryarên Tirkiyê û komkujiyên wê bêdeng namînin, tekoşer Leyla Guven dengê jinên azad û hemû azadîxwazan e."

Endama Rêveberiya Navenda Zimanê Kurdî Viyan Cûdî axivî û wiha got:"Kiryarên Tirkiyê yên li dijî tekoşeran û çalakgerên greva birçîbûnê dihêle em hîn bihêstir îsrara bilindkirina tekoşînê bikin, heta ku armanca çalakgerên greva birçîbûnê pêk were.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, meşvanan drûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgeran berz kirin.

(jo/bm)

ANHA