Li gundê Bexdikê yê Girê Spî mehrecanek hat lidarxistin

Îro li gundê Bexdikê ya kantona Girê Spî mehrîcana vejînkirina mîrasên kevin ên herêmê lidar xist, tê de amûrên kevin ên filklora herêmê hatin nîşandan.

Li gundê Bexdikê yê Girê Spî mehrecanek hat lidarxistin
4 sibat, 2019   14:50

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya dibistana gundê Bexdikê ya rojavayê bajarê Girê Spî mehrecanek bi beşdarbûna şêniyên gund lidar  xist.

Di mehrecanê de gelek alavên filklorên kevin û cilên filklorî yên gelêrî hatin pêşandan.

Di mehrecanê de gelek helbest, stran û şano hatin pêşandan. Endama PYD’ê Neda Ebdulrehman û Endama Navenda Perwerdê ya kantona Girê Spî Salih El-Hacî û mamosteya dibistanê Silava Ehmed axivîn.

Axaftvanan rêxistinkirina mehrecanê li şêniyên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku armanca wan a ji mehrecanê nîşandana şaristaniya herêmê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev mehrecan yekemîn care li gundê Bexdikê tê lidarxistin.

(jo/bm)

ANHA