Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi dagirkerên Efrînê re rûnişt

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li gel nûnerên opozîsyona ku di dema dagirkirina Efrînê de piştgirî da dewleta Tirk a dagirker, rûnişt.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi dagirkerên Efrînê re rûnişt
4 sibat, 2019   13:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyaniyek da. Barzanî di daxuyaniyê de ragihand ku ew li bajarokê Selaheddîn ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bi şandeya Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê re rûnişt. Şandeya ku bi Barzanî re rûnişt, ji Nesir Herîrî, Ebdulcebar Egêdî, Îbrahîm Biro, Hewas Egîd, Riyaz Hebûş û Qasib Xetîb pêk dihat.

Opozîsyona Sûriyê bi fermana Tirkiyê tev digere û li gorî plana Tirkiyê hewl dide "Pêşmergeyên Roj" li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Rojava de bi cih bike. Armanca wan ew e ku nehêlin QSD li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimîne. Wekî tê zanîn, QSD tekane hêz e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê parastiye û diparêze.

Beriya niha wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu serdana baregehên perwerdeyê yên “Pêşmergeyên Roj” kir ku li herêma Kurdistanê bi cih bûne. Perwerdeya wan ji aliyê serbazên Tirkiyê ve tê dayîn. Tê zanîn ku ev ciwan bi pereyan tên xapandin.

Kesên ku di şandeyê de cih digirin û Mesûd Barzanî pêşwaziya wan kir, dijminahiya wan a pir mezin li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurdan heye. Peywendiya vê şandeyê rasterast bi komên çete yên li gel dewleta Tirk a dagirker ku Efrînê dagir kir re heye.

Hevkarên DAIŞ’ê jî di nava şandeyê de ne

Ya balkêş ew e ku kesê bi navê Ebdulcebar Egêdî yek ji kesên beşdarî vê şandeyê ye, beriya niha di hevpeyvînek li gel kanalekê de wiha gotibû: “Peywendiya me li gel DAIŞ’ê gelekî baş e, DAIŞ ne rêxistineke terorîst e û danûstandinên me bi berdewamî li gel wan hene.”

Her wiha Egêdî yek ji wan kesan e ku gelek caran li dijî Kurdên Rojava daxuyanî dane û destê wî di komkujiya sala 2013’an a li Til Eran û Til Hasel ên ser bi Helebê de heye.

Artêşa Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşî kantona Efrînê kir û piştî dagirkirinê jî binpêkirin li dijî gel, xweza û şûnwarên Efrînê kir. Beriya wê rêveberên “Meclisa Neteweyî ya Kurd” Îbrahîm Biro, Hewaz Egîd, Ebdilbasit Hemo, Feysel Yûsif, Ebdilselam Xelf Biro û Mihemed Îsmail civînek bi berpirsên AKP`ê û îstixbaratên Tirkiyê re çêkir. Di vê civînê de hat pêşniyarkirin ku kesê bi navê Hesen Şindî berpirsyariya Meclisa Efrînê bike.

(jo/bm)