Çalakiya rewşenbîran bi fîlmên têkildarî Efrînê bi dawî bû

Çalakiya Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê bi pêşandana fîlmên der barê berxwedana Efrînê û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê de bi dawî bû.

4 sibat, 2019   13:32

HELEB

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê û ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ev 3 roj e rêzeçalakiyên hunerî li dar dixin. Di çalakiyan de tabloyên hunerî têne pêşandan û belgefîlm têne nîşandan.

Îro roja dawîn a çalakiyê bû, gelek welatî û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî beşdar bûn.

Destpêkê çend helbestên bi zimanên kurdî û erebî hatin xwendin, paşê endamên Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê Heysem Mistefa der barê mijarên fîlmên ku hatine amadekirin de axivî. Mistefa diyar kir ku Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê ev fîlm amade kirine û fîlm rastiya êşên ku li Efrînê çêbûne, nîşan dide.

Piştî axaftinê 3 fîlmên bi navên "Gundê Me”, “Bajarê Efrînê Dipirse” û “Efrîn Şerê Nasnameyê" hatin pêşandan.

Tê payîn ku heman çalakiyên pêşangeh û pêşandana fîlman li kantonên Cizîr û Kobanê jî bêne lidarxistin.

(rd/k)

ANHA