Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata têkoşer Macêd Îbrahîm re xwest

Bi sedan şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê Macêd Îbrahîm (Ocalan Qamişlo) re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

4 sibat, 2019   13:29

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî, berê xwe da konê sersaxiyê yê Macêd Îbrahîm (Ocalan Qamişlo) ku di 31’ê Çileyê de şehîd bûye. Kon li gundê Um Cevar ê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ye. Kon bi wêneyên têkoşer Macêd û hevalên wî yên şehîd, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên QSD`e hate arastin.

Bi hatina şandeyek ji saziyên sivîl û leşkerî bin çadirê re, deqeyekê rêz hate girtin. Piştre axaftin bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Xelef, bi navê meclisa navçeyê cîgirê hevserokatiya meclisê Ferhan Îsmayîl, bi navê Komîteya Perwerdeyê mamoste Ridwan El-Hêzan, bi navê Kongreya Star Menar El-Xidir û bi navê meclisa bajarokê Ceza hevserokê meclisê Elwan Xezal hatin kirin.

Axêveran da zanîn ku gotin li hember ked û berxwedêriya şehîdan bê wate dimînin, armanca şehîdan ew bû ku herêmê ji binpêkirinên çeteyan biparêzin û parastina destkeftiyên ku gel bi berxwedana xwe bi dest xistine bikin.

(fr)

ANHA