`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye hewl dide ‘Mîsaqî Millî’ careke din zindî bike û herêma Sûriyê dagir bike. Salih Mislim jî got gelên Bakurê Sûriyê dikarin xwe biparêzin û li rûmeta xwe xwedî derkevin.

`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`
`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`
`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`
`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`
`Tirkiye dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike`
4 sibat, 2019   13:20

QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Cizîrê der barê geşedanên li Sûriyê de komcivîneke diyalogê li dar xist. Rûspî, serokeşîr, oldar û kesayetên siyasî yên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Komcivîn ji aliyê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê bi dirûşma “Bi hev re ber bi civaka azad û Sûriyeya demokratîk û hevgirtî ve” hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim axivîn.

Aldar Xelîl diyar kir ku hêzên hevpeymana navdewletî hîna li Sûriyê hene û wiha got: “Em ji wan dixwazin ku ji bo aramî û ewlehiyê û serkeftina hewldanên diyalog û hevdîtin û amadekirina makezagonê jî roleke erênî bilîzin. Pêwîst e hevkariya wan ji bo piştgiriya gelê Sûriyê be, ango welatiyên Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.”

Xelîl wiha dewam kir: “Ji bo pêşîgirtina li gefên Tirkiyê pêdiviya me bi yekrêziyê heye, em dizanin ku projeya Erdogan projeya dagirkeriyê ye û ew dixwaze herêmên din ên Sûriyê jî dagir bike û ‘Mîsaqî Millî’ zindî bike û herêmên mayî ji dagir bike. Pêşîgirtin û dijberiya dagirkeriyê beriya ku erk û berpirsyariya Kurdan be, erkeke niştîmanî ya Sûriyê ye.”

Xelîl da zanîn ku Tirkiyê piştî ku nikarî rasterast êrîş bike vê carê mijara herêma ewle xiste rojevê û wiha pê de çû: “Em vê binavkirinê bi tevahî napejirînin, ji ber ku em tu carî li dijî Tirkiyê nebûne metirsî, lê belê Tirkiye ji bo me metirsî ye, wê gelek herêmên me û herî dawiyê jî Efrîn dagir kir, niha gefên dagirkirina herêmên din dixwe.”

Aldar Xelîl bang li gelên herêmê kir ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk tê bikoşin û hemû hevpeymanên ku rê didin Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê bikin, nepejirînin û wiha got: “Em bi tu awayî Hevpeymana Edeneyê û yên din napejirînin.”

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya PYD`ê Salih Mislim jî diyar ku tevî hemû êrîşên li dijî herêmên Sûriyê lê wan ji her kesî re îsbat kir ku gelên bakurê Sûriyê dikarin berevaniya xwe bikin û rûmeta xwe biparêzin.

Mislim axaftina xwe wiha domand: “Armanca me şerê li dijî DAIŞ`ê û parastina welatê me ye, em bi hêzên ku ji bo berjewendiyên civaka Sûriyê tev digerin re di nava têkiliyê de ne. Bila hemû gelê me zanibe ku em vê axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan tu carî bernadin, em rê nadin tu kesî ku axa gelê me dagir bike.”

Piştî axaftinan beşdarên civînê jî nêrîn û dîtinên xwe parve kirin. Beşdaran diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê pêwîst e dûrî destwerdanên herêmî û navdewletî pêk were. Her wiha hate gotin ku pêwîst e êl û eşîr li dijî şaneyên veşartî yên li herêmên rizgarkirî yekdest bin û ji bo parastina gel tedbîrên pêwîst bigirin, her wiha destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdên ji hemû pêkhateyan hatine bidestxistin, biparêzin.

Komcivîna diyalogê bi axaftin û nirxandinan dewam dike.

(br/rt/k)

ANHA