Bexda: Trump erêkirina me nexwestiye

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bersiva daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a “Em ê hêzên xwe di Iraqê de bihêlin, ji bo ku çavdêriya Îranê bikin” da û wiha got: “Trump erêkirina Bexdayê nexwestiye.”

Bexda: Trump erêkirina me nexwestiye
4 sibat, 2019   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rûsya El-Yeûm, serokkomarê Iraqê Berhem Salih bersiva daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a “Em ê hêzên xwe li Iraqê bihêlin da ku çavdêriya Îranê bikin” da û wiha got: “Trump erêkirina Bexdayê nexwestiye.”

Berhem Salih destnîşan kir ku li gorî îtifaqa di navbera her du bajarên Iraqê yên ku hêzên DYA’yê tê de ne, erka wan tunekirina terorê ye û divê erka wan bê zelalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Donald Trump di hevdîtina li gel televîzyonekê de wiha gotibû: “Yek ji sedemên mayîna hêzên me li Iraqê ew e ku em çavdêriya Îranê bikin, ji ber ku Îran pirsgirêkeke rastî ye… Ez dixwazim çavdêriya Îranê bikim."

(jo/bm)