Sersaxî ji malbata şehîd Raxib re hat xwestin

Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Raxib re xwest ku ji ber teqîna bombeya bi erebeya wî ve şehîd bû û diyar kir ku erebeya bombebarkirî ku mamoste kirin hedef, karekî derexlaqî ye û teqez kir ku ew kes hewl didin ronahiya ku mamoste didin, bitemirînin.

4 sibat, 2019   13:08

MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Raxib El-Hesen El-Bekar re xwest ku di encama teqîna mayinekê bi erebeya wî ve li başûrê rojavayî Minbicê şehîd bû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li taxa El-Hezwane ya başûrê Minbicê hate vedan. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Raxib û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Bi dehan şêniyên bajêr, endamên komîte, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, her wiha bi dehan mamoste tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Îdêwî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemdxêr Şêxo teqez kir ku karên terorîstên ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin, têk çû. Her wiha bûyera Qesr El-Umeraa bi bîr anî û destnîşan kir ku terorîst aliyê perwerde û fêrkirinê dike hedef.

Mihemedxêr Şêxo teqez kir ku hewldanên wan li dijî mamosteyan dixwazin ronahiya ku mamoste belav dikin, bitemirînin.

Her wiha bi navê Komîteya Perwerdeyê cîgira hevserokatiya komîteyê Munteha Beşmaf axivî û teqez kir ku şehîd Raxib bû çirûska ronîkirina rêya wan û destnîşan kir ku êrîşa li dijî mamosteyan û şehadeta şehîd Raxib îradeya wan xurt dike.

Di hemû axaftinan de hat teqezkirin ku ew ê li dijî hemû êrîşên li ser bajarê xwe bisekinin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

(bx)

ANHA