Li Mare çalakiya li dijî dagirkeran

Hêzên Rizgariya Efrînê  li bajarokê Mare yê Helebê li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Di encamê de herî kêm 5 çete hatin kuştin.

Li Mare çalakiya li dijî dagirkeran
4 sibat, 2019   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin, çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin:"2'ê Sibatê li gundê Til Melad ê bajarokê Mare yê Helebê, şervanên me li komên çete xistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çalakî ji du aliyan ve hatiye kirin û di encamê de şer derketiye.

Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çeper hatin rûxandin û çekek bi tîpa kalaşnîkovê ji ser çeteyan hate wergirtin.