Berxwedana Efrînê û sûcên dagirkeran di belgefîlman de hatin vegotin

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Helebê ya Cemîl Horor sê belgefîlm ku balê dikşîne ser sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û berxwedana gel a li hemberî dagirkeran pêşkêş kir.

Berxwedana Efrînê û sûcên dagirkeran di belgefîlman de hatin vegotin
3 sibat, 2019   17:28

HELEB

Belgefîlm bi amadebûna bi dehan şêniyên taxa li Hola Yasîn Yasîn a taxa Şêxmeqsûdê hate pêşandan.

Beriya ku belgefîlm werin pêşandan endamê Yekîtiya Rewşenbîran û derhênerê fîlman Heysem Mustefa axivî û bal kişand ser binpêkirinên dagrikeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînên û got, "Çiqasî em behsa berxwedana gelê Efrînê li dijî dagirkeran bikin, em nikarin bi çend gotinan rastiya wê diyar bikin, berxwedana ku 58 rojan pêk hat û di qonaxa dawî de dewam dike li cîhanê olda."

Paşî fîlm hatin pêşandan, Gundê Me, Bajarê Efrînê dipirse û Efrînê şerê nasnameyê ye.

Derhênerê her sê fîlam endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Heysem Mustefa ye.

Fîlm behsa binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û berxwedana gelê ku hatî ravekirin, dike.

ANHA