Xwendekarên Reqayê karname wergirtin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê karname li xwendekarên tevahiya dibistanên Reqa û gundewarên belav kir û xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Xwendekarên Reqayê karname wergirtin
3 sibat, 2019   16:17

REQA

Piştî bidawîbûna ezmûnên xwerza yekemîn û betlaneya navîn û destpêka werza duyemîn a sala xwendinê ya 2018-2019‘an Komîteya Perwerde û Fêrkirinê karnameyên werza yekemîn li xwendekarên Reqa û gundewarê ku hejmara wan 180 hezar in belav kirin.

Her wiha xwendekarên serkeftî jî xelat kirin.

Ji destpêka rizgarkirina Reqayê di 20`ê Cotmeha 2017`an de ji hêla QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê û aktîvkirina Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, komîteyê bi tevahiya hêza xwe ji bo serxistina prosesa perwerdehiyê û hemêzkirina xwendekarên ku ji xwendina xwe bêpar mabûn, dixebite  

(şx)

ANHA