Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê rêyên giştî û yên şaxî li gundewarên rojava û yên rohilatê Dêrazorê sererast dike. Her wiha hemleya çandina daran da destpêkirin.

Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome
Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome
Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome
Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome
Li gundewarên Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê bê navber didome
3 sibat, 2019   15:33

DÊRAZOR

Meclîsa Sivîl a Reqayê ji dema ku hatiye damezirandin xebatên ji nû ve avakirina herêmê û sererastkirina saziyên xizmetguzariyê wekî (Nexweşxane, dibistan, şaredarî û hwd) û paqijkirina ji bermahiyên şer bê navber didomîne.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Xizmetguzariyê dest bi berfirehkirina rêyên sereke û yên şaxî yên li gundewarên rojava û rojhilatê kirin û bi kevin hur raxist, her wiha kort û çal girtin. Di heman demê de ji bo sewlan jî rêyên taybet vekirin.

Komîteyê rêyên giştî ya El-Kîsra bi dirêjiya 1,5 km, rêya navçeya El-Kîsra 1 km, gundê Hemar El-Elî 1,5 km, Hermûşiyê 1 km û Mihêmîdiyê 7 km sererast kirin. Rêya di navbera gundewarên Dêrazorê û ya Hesekê de jî ya ku bi encama erebeyên mezin û bargiran hatiye xirabkirin, sererast kir.

Ji aliyê çandiniyê ve, komîteyê bi hevkariya şaredariya El-Kîsra qenala avê ya çandiniyê bi dirêjiya 2 km a ku bi sedan donimên zevî av dide û ya ku di dema çeteyan de hatibû xetimandin, paqij kir.

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa Şehîd"Nedîm El-Şirêde" ya gundê El-Sawayê ya girêdayî gundewarên rojavayê bajarê Dêrazorê dest bi hemleya çandina daran li çerxerêya şehîdan û çerxerêya El-Zihûr kir, di vê çarçoveyê de 65 şitlên darên zeytûn, merx û kîna danîn.

Gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê bi salan di bin dagirkeriya komên çete de mabû, di wê demê de di warê xizmetguzariyê de hatibû paşguhkirin. Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê komîteyên ser bi Meclisa Sivîl a Reqayê bi derfetên heyî xizmetê dike.

(fr)

ANHA