Navenda çandê li herêma Koçerat hate vekirin

Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya herêma Dêrikê îro şaxek navendê li herêma Koçerat bi şahiyekê vekir.

Navenda çandê li herêma Koçerat hate vekirin
Navenda çandê li herêma Koçerat hate vekirin
3 sibat, 2019   14:53

QAMIŞLO

Bi armanca vejandina çand û hunera herêmê û parastina wê ji asîmîlekirin, Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê ya herêma Dêrikê şaxek navendê li gundê Siwêdiyê yê herêma Koçerat bi navê "Mala Çandê" vekir.

Di merasîma vekirina navendê de Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm vekirina navendê li şêniyan pîroz kir û anî ziman ku vekirina vê navnedê delîlê girêdana gel bi çanda xwe ve ye.

Paşê jî endamê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Koçerat Ebdulezîz Ehmed jî axivî û got, çand nasnameya gelan e, pêwîst e were parastin.

Ebdulezîz Ehmed her wiha got, "Çawa me serkeftinên mezin di qada siyasî û leşkerî de bi dest xist, me di qada çandî de gavên mezin avêtin, em soz didin ku em xebata xwe di vî warê de mezin bikin."

Deriyê navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Paşê komên Kulîlkên Koçerat û Beraîm Koçerat stran û dîlalên filklorî girêdayî herêma Koçerat pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govenedê bi dawî bû.

(jo)

ANHA