Netanyahu hişyarî da Tehranê

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îro sibehê bi zimanekî tûj nameyek da Îranê û diyar kir ku ew ê bi her awayî li dijî Îranê bisekine. Her wiha fermandarê giştî yê Artêşa Pasdaran a Îranê jî bi moşekan gef li Ewropayê xwar.

Netanyahu hişyarî da Tehranê
3 sibat, 2019   13:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro di civîna heftane ya hikumeta Îsraîlê de axivî û wiha got: "Nameyeke min rasterast ji desthilatdarên Tehranê re heye; em dizanin hûn çi dikin û li ku derê dikin. Bi her awayî em ê li dijî Îranê kar bikin da ku em ewlehî û pêşeroja xwe mîsoger bikin."

Netanyahu li ser Twittera xwe got di demekê de ku Îran salvegera 40`emîn a şoreşa îslamî pîroz dike, Îranî dixwazin bi moşekên nû xwe bidin diyarkirin.

Netanyahu wiha pê de çû: "Îran dixwaze Îsraîlê birûxîne, ji ber vê yekê em ê bi her awayî li dijî Îranê bixebitin da ku em ewlehî û pêşeroja xwe mîsoger bikin. Min di civîna heftane ya hikumetê de got me di dawiya hefteyê de biryar da ku em bendeke kontrolê li ser sînorê bi Xezayê re deynin, da ku terorîst ji Xezayê derbasî axa me nebin. Eger bêdengiya li Xezayê neyê parastin, em ê biryarên din di dema hilbijartinan de bidin.”

Îranê gef li Ewropayê xwar

Her wiha fermandarê giştî yê hêzên Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê (Huras El-Sewrî)  Hisên Selamî di daxuyaniya xwe de ji bo bernameya welatê wan a moşekan, gef li Yekitiya Ewropayê xwarin.

Li gorî ajansa Faris, Selamî wiha got: “Eger dewletên Ewropayê yan kesên din fermanan li ser me ferz bikin da ku moşekan ji me bistînin, em ê neçar bimînin ku berê xwe bidin gaveke stratejîk a çêkirina moşekan. Ez ji her kesî re dibêjim bila danûstandinan li ser pêkanînên me yên moşekan nekin.”

(jo)