Şehîd Zehra û Serdar li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîd Zehra û şehîd Serdar Agirî ji aliyê şêniyên Kobanê û malbatên wan ve li Goristana Şehîd Dîjle hatin bibîranîn.

3 sibat, 2019   13:33

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyan û şervanên YPG û YPJ`ê û malbata şehîda YPJ`ê Zehra Kara (Zehra) ku di berxwedana Kobanê de, li gundê Êdiqê yê ku li başûrê bajêr şehîd bû û malbata şervanê YPG`ê Şervan Fendek (Serdar Agirî) ku di rizgarkirina Bendava Tişrînê de şehîd bû, bi boneya salvegera her du şehîdan, merasîmek li Goristan Şehîd Dîjle li dar xist.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Erka Xweparastinê Dilbirîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û got şehîd Zehra fedayî bû, her tim dixwest di xetên pêş de li dijî dijmin li ber xwe bide û ji bo wê cihê xwe di berxwedana Kobanê de girt heta rizgarkirina Kobanê û wiha dewam kir: “Piştî rizgarkirina bajar, heval Zehra bi rihê xwe yê şoreşgerî berê xwe da çeperên gundan û li wir gihîşt asta şehadetê.”

Dilbirîn şehîd Serdar jî bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Serdar şervanekî ku ji bo gel û welatê xwe canê xwe fedayî vê axê kir û îro jî bi sedan ciwanên Kurd çeka hevalê xwe hilda û xwîna wan li erdê nehişt.”

Li ser navê Meclisa Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo jî axivî û got dema ew navê şehîd Peyman, Zozan, Rêvana, Serdar û Zehra dibêjin, berxwedana Kobanê tê bîra wan û wiha domand: “Dema ku em behsa van hevalan dikin, qehremanî û fedekarî tê bîra me. Îro gelê me bi saya van şehîdan bi azadî di axa xwe de dijî û em ê xwedî li doza wan derkevin û rêya wan bişopînin.”

Dayika şehîd Zehra: Ez bi şehadeta keça xwe serbilind im

Dayika şehîd Zehra, Zeyneb Kara axivî û wiha got: "Min keça xwe di nav 19 salan de tenê carekê dît. Lê ez gelekî bi şehadeta wê serbilind im û ez amade me hemû zarokên xwe fedayî vê axê bikim û bila serê serok Apo sax be."

Piştî axaftinan, wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevalên şehîdan tevî malbatên wan, gul li ser gora her du şehîdan çandin.

(hh-sn)

ANHA